Sîrwan Barzanî: Rêya Mexmûrê bi fermî vedibe

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandeyê Hêzên Pêşmerge li Eniya Mexmûr-Guwerê Sîrwan Barzanî ragihand ku îro rêya navbera Mexmûr-Hewlêrê tê vekirin.

 

Fermandeyê Hêzên Pêşmerge li Eniya Mexmûr-Guwerê Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re got ku îro Duşemê (02.04.2018) bi fermî rêya navbera Hewlêr - Mexmûrê vedibe. 


Sîrwan Barzanî da zanîn bi berpirsên Iraqê re li ser vê mijarê civiyane û li hev kirine ku ev rê bê vekirin. 


Piştî bûyerên 16ê Cotmeha derbasbûyi rêya navbera Hewlêr Mexmûr û Hewlêr Kerkûkê hatibû girtin.


Sîrwan Barzanî da xuyakirin ji aliyê Hewlêrê ti pirsgirêkek li ser vekirina wê rêyê nebûye û ew li benda bersiva Bexdayê bûn û niha aliyên Iraqî ragihandiye ku îro bi fermî ev rê tê vekirin.