Kerkûk - Milîsên şîe nahêlin Pêşmerge wî gundî ji DAIŞê bistîne!

Kerkûk (Rûdaw) – Operasiyona gundê Beşîr ê Kekrûkê, ku gundê tirkmenên şîe ye, dîsa hat betalkirin, Pêşmerge jî vê yekê davêje stûyê milîsên şîe (Heşda Şeibî).

 

Gundê Beşîr ê Kerkûkê, ku gundê tirkmenên şîe ye, ji pêrar ve ketiye destê DAIŞê, heta niha çend caran milîsên şîe xwestine wir bigirin lê nekarîne.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê Hîwa Husamedîn ragihand, operasiyona ku ji bo girtina Beşîr û ji aliyê Pêşmerge ve hatibû pilankirin, hat betalkirin. Li gorî Peyamnêrê Rûdawê, ev cara duyemîn e operasiyona girtina wî gundê Kerkûkê tê betalkirin.

 

Fermandeyê Pêşmerge li eniya rojavayê Kerkûkê, Kemal Kerkûkî li ser vê yekê ji Rûdawê re got, sebeba gîrobûna rizgarkirina wî gundî ew e ku xelkê wî gundî tevlî Heşda Şeibî bûne.

 

Kemal Kerkûkî da zanîn ku hêzên hevpeyman ji wan re gotine, “em her gavê amade ne li deverên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine girtin, bidin, bi wê şertê ku Heşda Şeibî bi we re nebe!”

 

Lê alîkarê fermandeyê tabûra 9 a Pêşmerge, Tariq Ehmed tiştekî balkêş li ser gîrobûna standina gundê Beşîr eşkere kir û got, sebeba gîrbona standina gundê Beşîr ew e ku Heşda Şeibî dixwaze gundê Beşîr bike hêcet da ku hêz li derdora Kerkûkê kom bike.

Tariq Ehmed her wiha got, ew dibêjin bila Pêşmerge jî di operasiyona Beşîr de alîkariya me bikin lê dibêjin, nabe ev yek ji raya giştî re were gotin. Bi vê yekê dixwazin bêjin me tenê ew gund girt! Em jî qebûl nakin…

Fermandeyê milîsên şîe li Kerkûkê, Isam Hesen jî li ser vê yekê ji Rûdawê re got, Beşîr warê me ye û em dixwazin zû were rizgarkirin. Lê dema naxwazin em tevlî wê operasiyonê bibin em jî nahêlin kesekî din vê yekê bike. Me daxwaz kiriye hêzek zêdetir were vir…

Tê texmînkirin ku derdora 200 çekdarên DAIŞê li gundê Beşîr hebin…