Qamişlo- Êdî aş jî yê wan e aşvan jî!
Qamişlo (Rûdaw) – Li Rojavayê Kurdistanê ard kêm bûye ji ber wê jî welatî aş ava dikin.
Beriya şerê Sûriye û DAIŞê, ardê herêma Cizîrê ji Helebê dihat lê piştî dorpêçkirina herêmê ji aliyê DAIŞê ve pirsgirêka ard derketiye û ard kêm bûye.
Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, welatiyekî aşek ava kiriye ku milyonek dolar jê re hatiye xerckirin.
Ew aş ku salek e tê çêkirin dê piştî du mehên din dest bi kar bike û rojane 150-200 ton ard berhem bîne.