Ahmet Uysal: Amerîka PKKê bi kar tîne

02-03-2019
RÛDAW
Serokê Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn a Tirkiyê (ORSAM) Prof. Dr. Ahmet Uysal
Serokê Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn a Tirkiyê (ORSAM) Prof. Dr. Ahmet Uysal
Nîşan Korbenda Hewlêrê Ahmet Uysal ORSAM
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn a Tirkiyê (ORSAM) Prof. Dr. Ahmet Uysal, Amerîkayê bi wê yekê tohmetbar dike ku PKK li dijî Tirkiyê bi kar tîne û dibêje: “Amerîka dixwaze PKK weke amûrekê ji bo sîxûriyê bi kar bîne, ew bi ti awayî nûnertiya Kurdan nakin.”

 

Prof. Dr. Ahmet Uysal di panela Yekemîn Korbenda Hewlêrê ya Salane de got: “Amerîka dixwaze PKK weke amûrekê ji bo sîxûriyê bi kar bîne, ew bi ti awayî nûnertiya Kurdan nakin.  Rayedarekî Amerîkayê dibêje ku Amerîka Ocalan radestî Tirkiyê kir û li hember wê, PKK xiste bin hejmûna xwe.”

 

Uysal herwiha diyar kir: “PKKê dixwest piştî çêkirina kantonan li Sûriyê, li nav Tirkiyê jî kantonan çêbike, Tirkiyê ev hewldan têk bir û rê li ber girt.”

 

Serokê ORSAMê Prof. Dr. Ahmet Uysal herwiha got: “Piştî şerê DAIŞê Amerîkayê dixwest Tirkiyê dorpêç bike, Tirkiye li dijî dayîna mafên Kurdan nebû, li dijî wê dorpêçê bû ku rojavayiyan dixwest bixin ser Tirkiyê li başûrê Tirkiyê.”

 

Prof. Dr. Ahmet Uysal, PKK bi bikaranîna Kurdan ji bo berjewendiyên xwe tohmetbar kir û got: “PKK û YPG navê Kurdan bi kar tînin, lê nûnertiya Kurdan nakin. Li bakurê Sûriyê rejîmeke sîtemkar çêkirine. PKK rê li ti nêrîneke cuda û opozisyonê nade di bin desthilata xwe de.”

 

Li ser hebûna Tirkiyê li nav axa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, Ahmet Uysal got: “Tirkiye ji bo alîkarî û rizgarkirina xelkê li bakurê Sûriyê ye, hewl dide ku li gel xelkê wê deverê, wê herêmê ava bike ku piraniya wan Kurd in. Piştre Tirkiye dê ji wan deveran vekişe, eger metirsî û gef nemînin, pêwîstiya Tirkiyê bi çûna nav Sûriyê tine ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst