Serok Barzanî û Eyad Ellawî rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê gotûbêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqê kir Eyad Ellawî hevdîtinek pêk anîn û di vê hevdîtinê de Barzanî û Ellawî rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê nirxandin.

 

Îro Şemiyê (02.03.2019) Serok Mesûd Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqê  Eyad Ellawî li navçeya Pîrmam a Hewlêrê hevdîtinek pêk anîn û di civînê de rewşs siyasî ya Iraq û herêmê hat gotûbêjkirin.


Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî di hevdîtinê de Barzanî û Ellawî rewşa siyasî ya li Iraqê û geşedanên dawî yên siyasî gotûbêj kirin.


Serok Barzanî û Eyad Ellawî peywendiyên di navbera  Hewlêr û Bexdayê nirxandin.