Ji Kampa Domîzê 6 hezar koçber çûne Ewropayê

Duhok (Rûdaw) – Di van du salên dawî de 6 hezar koçberên ku li Kampa Domîzê bûn, xwe spartin Ewropayê.

 

Piştî êrîşên DAIŞê ji bo koçberên Şingal û deverên din, li Duhokê kampa Domîzê hate avakirin. Heta niha ji vê kampê 6 hezar koçber, bi rêyên cuda çûne Ewropayê.

 

Li gor agahiyên Rûdawê, ji van 6 hezar koçberan, tenê 5 malbat vegeriyane Herêma Kurdistanê.

 

Mehmûd Mihemed jî yek ji wan kesên ku vegeriyan e. Mihemed dibêje: “Ji bo ku bi malbata xwe re herim Ewropayê, min gelek pere xerc kirin. Me xwe gihand Ewropayê û destûra niştecihbûnê jî dan me. Lê me fêm kir ku em nikarin li wir bijîn. Me biryar da, em vegerin Kurdistanê.”

 

Mihemed ji Rûdawê re diyar kir, gelek koçberên ku çûne, dixwazin vegerin lê ji ber rêkaran nikarin vê daxwaza xwe bînin cih.

 

Berpirsyarê Çapemeniya Karûbarên Mirovî yên Duhokê Selîm Seîd li ser mijara qebûlkirina kesên ku vedigerin got: “Eger navê wan di tomarên me de hebe û eger ku li Ewropayê destûra niştecihiyê wergirtibe û dîsa jî vegeriyabe, pir zêde prosedur tine ye, em daxwaza wan bi hêsanî pêk tînin.”