Cenazeyê Evîn Encu piştî 11 rojan bo malbatê wê hat radestkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Cenazeyê gerîlaya PKKê Evîn Encu piştî 11 roj ji canjidestdanê bo malbata wê hat radestkirin û li gundê Bêjuhê yê navçeya Qilabanê ser bi parêzgeha Şirnexê hat veşartin.

Artêşa Tirkiyê 21ê Çileya 2023an, li herêma Besta ser bi parêzgeha Şirnexê bi hinceta gerîlayên PKKê dest bi operasyoneke leşkerî ya bi navê “Eren Dorpêç-Payîz-Zivistan-23” kiribû. Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihandibû ku roja 22ê Çile cerdevanê fermandeyê tîmê Nimet Encû di dema operasyonê de hatiye kuştin. Di pevçûnên ku 2 rojan berdewam kirin de, 6 gerîlayên YJA Starê jî jiyana xwe ji dest dan û ji bo otopsî û zelalkirina nasnameyan, cenazeyên wan rakiribûn Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Yek ji gerîlayên YJA Starê Evîn Encu ya biraziya cerdevan Nimet Encû bû ku di heman pevçûnê de canê xwe ji dest dabû. Malbata Evîn Encu roja yekem ji bo wergirtina termê keça xwe serî li saziyên pêwendîdar dan, lê ji wan re hat gotin: “Heta şîna Nîmet Encu neqede, em termê Evîn Encu radest nakin.”

Cenazeyê Evîn Encu doh 1ê Sibata 2023ê li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê bo malbata wê hat radestkirin. Termê Evîn Encu doh 1ê Sibata 2023ê li gundê Bêjuhê yê Qilabanê piştî şertên olî hatin bicihkirin di dorpêça leşkeran de bi axê hat spartin.