Sîrwan Barzanî: Tirkiye nikare bêyî rizamendiya Iraqê sînor derbas bike
Hewlêr (Rûdaw) - Serpereştyarê Mîhwera Giwêr-Mexmûr a Hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî derbarê êrişên Tirkiyê yên li ser Mexmûr û Şingalê tekez dike, ti hevahengiyeke Tirkiyê li gel Wezareta Pêşmerge nîne, lê bi gotina wî, bêyî agahdarî û rizamendiya Iraq û Hevpeymanan, Tirkiye nikare sînor derbas bike û wan êrişan pêk bîne.
Firokeyên şer ên Tirkiyê şeva derbasbûyî navçeyên Mexmûr û Şingalê ên Başûrê Kurdistanê û Dêrika Rojavayê Kurdistanê bi awayekî hevwext bombebaran kirin.
Serpereştyarê Mîhwera Giwêr-Mexmûr a Hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî li ser van êrişên Tirkiyê, dawî pêşhat û liv û tevgera DAIŞê ya li herêmê beşdarî bultena 17.00 a Rûdaw TVyê bû û bersiva pirsên Şehyan Tehsîn da.
Cihên bûne armanca êrişan
Li gor gotina Sîrwan Barzanî hejmareke baregehên gerîlayên PKKê li rojhilatê kampa Mexmûrê û 3 xalên serbazî li çiyayê Qereçoxê hene û got, “xala kontrolê ya kampê û tunelek” jî hatin bombebarankirin.
Li ser ziyanên êrişên Tirkiyê, Sîrwan Barzanî diyar kir, li gor zanyariyên gihiştine destê wan, 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û 15 kes jî birîndar bûne lê got, “em bi dirustî nizanin, çend ji wan ên xalên serbazî yên li çiya (Qereçox) û çend ên baregehên nav kampê ne.”
Serpereştyarê Mîhwera Giwêr-Mexmûr a Hêzên Pêşmerge, derbarê ziyana êrişên li ser Şingalê jî got, “Bi giştî li wan cihên hatine armanckirin 40 qurbanî hene.”