Evîn Yûsif: Em êrişa li dijî Rûdawê qebûl nakin

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ji aliyê grûpekê ve rastî êrişê hat û wênegir bi tundî hat îşkencekirin. Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad Evîn Yûsif êrişê li ser tîma Rûdawê şermezar kir û got “Em êrişa li dijî Rûdawê qebûl nakin û em dê di warê qanûnînê de êrişa li ser Rûdawê bişopînin.”

Îro Çarşemê, demjimêr 14.00, di dema rûmala merasîma bixakspartina 12 şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), li Goristana Şehîdan a Qamişlo, hêzeke nenas êriş bir ser tîma Tora Medyayî ya Rûdawê ku ji peyamnêr Vîviyan Fettah, wênegir Îsa Hesen Xelef û şofêr Ebdullah Mejdel pêk dihat.

Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad Evîn Yûsif beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bo Rojava bû û di derbarê êrişê de bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.

Evîn Yûsif behsa bûyerê kir ku çewa pêk hatiye û got “Dema ku em li asayîşê bûn Îsa li me geriya û got ez û Ebdulla bi tundî hatine îşkencekirin. Me ji wan xwest ku bên navenda asayîşê, û hêzên asayîşê jî gotin bila bên vê derê ji bo ku em fêm bikin ew kî bûne yên ku wan îşkence kirine. Asayîşê got eger hêzên me bin, em vî tiştî qebûl nakin, gerek ev tişt tinebin. Dema ku hatin navendê, me dît ku îşkenceyek tund li wan bûye.”

Yûsif da zanîn kesên ku Îsa birine ew wan nas nekiriye kî ne û girêdayî kîjan hêzî ne, ji ber ku cilê wan ne yên asayîşê bûn û got “Me ji Îsa pirs kir ew kî bûn? Îsa got me jî wan nasnekir û em birin cihekî ne diyar, li me îskence kirin û piştre me avêtin ser cadeyê.”

Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad amaje bi yekê kir ku wan li Asayîşê di derbarê bûyerê gilî toma kirine, ji bo ku ew kes derkevin holê û ji wan hesab bê xwestin û wiha berdewam kir “Ji ber ku karê asayîşê parastina miletê sivîl e û rojnamevan jî miletê sivîl in, nabe îşkence bibin. Di bin çi navî de bin jî nabe îşkence çêbibin û em jî li dijî vî tiştî ne. Em vî tiştî qebûl nakin û me doza lêpirsînekî .”

Di derbarê hewldanên wan ên li ser êrişên Rûdawê de jî Evîn Yûsif dibêje “Karê parastinê miletê, karê asayîşê ye. Her tim têkiliyên me bi hêzên eskerî re hene. Ji ber çi bûyerên wiha çê dibin, bi rastî em jî matmayî dimînin û em hem wek tiştek ne baş dibînin ku milet di metirsînê de jiyan bike, hem jî wek hêza asayîşê ya girêdayî Rêveberiya Xweser ku ev nav bi dû dikevin wek nikare parastina miletê xwe bike. Hêviyên me hene ku hinkî bi cidiyet nêzî van bûyeran bibin û karibin bi erkê xwe re bin ji bo parastina vî gelî.”

Evîn Yûsif tekez kir ku wan li aşayîşê doza lêpirsînê kirin û ew dê di warê qanûnînê de êrişa li ser Rûdawê bişopînin.