Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Urmiyê Heftiya Kulturî ya Urmiyê hat lidarxsitin, lê Kurd di vê çalakiya hikûmetê de nehatin beşdarkirin û tevahiya çalakiyê jî bi zimanê Azerî birîve çû. Endamekî Kurd ê Encûmena Bajarê Urmiyê jî daxwaz dike, hikûmet û desthilatdarên bajêr, pênaseya xwe ya bo bajarê Urmiyê biguherin û bajêr weke bajarekî Kurd û Azerî bibînin.
Şaredariya Urmiyê heftiya bihorî çalakiyek bi navê Heftiya Kulturî ya Urmiyê pêk anî û di çalakiyê de tenê huner û kultura tirkên Azerî hat nîşandan.
Ji ber birêveçûna Heftiya Kulturî ya Urmiyê bi bê beşdariya Kurdan, kurdên bajêr rexneyên tund li rêveberiya bajêr û herwiha desthilata hikûmeta navendî ya Îranê digirin. Beşdarînekirina Kurdan di wê çalakiya hikûmetê de, nakokî xiste navbera endamên Kurd û Azerî yên Ecnûmena Bajarê Urmiyê.
Endamên Kurd ên Encûmena Bajar daxwaz kirin ku pêdaçûn bi şêwaza karkirin û edebiyata serdest de bihê kirin û rastiya hebûna Kurdan li bajêr weke xwe bê dîtin.
Sadiq Tewekolî Mêhr, Endamê Encûmena Bajarê Urmiyê di civîneke encûmenê de amaje bi birêveçûna Heftiya Kulturî bêyî beşdariya Kurdan di çalakiyê de kir û ragihand Kurd di rêvebirina bajêr de hatiye paşguhxistin, kultur û hunera Kurd di çalakiyên kulturî yên Urmiyê de nayên dîtin û di pêşkêşkirina xizmetguzariyan de cudahî di navbera taxên Kurdî û Tirkî yên bajêr de tê danîn.
Dr. Elîriza Ebdullahzade, civaknas û parêzerê Kurd li Urmiyê ji Rûdawê re ragihand, “zêdeyî 40 salan e ku hewl tên dan şûnasa netewî ya vî bajarê Rojhilatê Kudistanê bê guherandin. Derfet dane berpirsên xwecihî yên Azerî ji bo paşguhkirina Kurdan û navên Kurdî yên gelek cihan hatine guhertin.”
Bajarê Urmiyê ku ji du neteweyên serekî Kurd û Azerî pêk tê, li gorî amara sala 2016ê, zêdeyî 1 milyon kes lê dijîn.
Urmiy weke bajarê cudahiyan tê naskirin, lê belê ji kurdên vî bajarî re cudahî her tenê nav e ne naverok. Ew dibêjin, berpirsên Azerî yên bajêr mijûlî têkbirina şûnasa netewî ya bajêr in .
Dr. Elîriza Ebdullahzade diyar kir, birêveçûna Heftiya Kulturî ji aliyê Şaredariya Urmiyê ve careke din nakokiyên di navbera Kurd û Azeriyên bajêr de gurr kiriye.
Elîriza Ebdullahzade herwiha got, çalakiyên vê heftiyê bi tevahî bi zimanê Tirkiya Azerî bûn û ti çalakiyek bi Kurdî nehat pêşkêşkirin.
Endamê Encûmena Bajarê Urmiyê, Sadiq Tewkolî Mehr dibêje: “Pênaseya şaş a bo Urmiyê bûye sedem ku beşek ji xelkê bajêr neyên dîtin, ne di merasîmên kulturî û hunerî de pêgeheke wan heye û ne di dabînkirina xizmetguzariyan de bi awayekî dirist tên dîtin. Hin kes ku bi piştgirêdana bi wê pênaseya şaş dixebitin û bi sedan hezar kesan nabînin ku divê bawerpêkiriyê wan bin, divê bizanin ku Kurd û Tirk du stûnên vî bajarî ne û her kes yek ji van stûnan nebîne, neheqiyê li stûna din, xwe û tevahiya bajîr dike. Ev pênase ji aliyê xelkê ve nayê qebûlkirin.”
Rêjeya dirist a pêkhateya netewî ya bajarê Urmiyê nayê zanîn û bi fermî jî behsa wê nayê kirin.
Kurd û Azerî her yek ji wan, xwe li Urmiyê wek piranî dibînin û di pratîkê de jî desthilata bajêr did estê Azeriyan de ye. Piraniya berpirsên bajêr jî Azerî ne û bi qasî ku karîne, pêgeha xwe di desthilatê de bihêz kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse