Amed - Mînîbus wergeriya: 8 xwendekar birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sûrê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de 8 ji wan xwendekar 9 kes birîndar bûn.

Mînîbusa ku M.Î ajot û xwendekar dibirin dibistana gundê Ziyaretê, ji rê derket û wergeriya.

Di qezayê de şofêr û 8 xwendekarên di mînîbusê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên bajêr.