Gelo Ehmed Şer û ENKS civiyan?

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Desteya Pêwendiyên Derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) Îbrahîm Biro diyar kir ku ew li Şamê ne û heta niha ew bi Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) re neciviyane.

Şandeyeke ENKSyê li Şama paytexta Sûriyeyê û bi şande û nûnerên welatên biyanî yên li Sûriyeyê re dest bi danûstandinê kiriye.

Îbrahîm Biro bû mêvanê Bultena Rojava ya Rûdawê û li ser danûstandin û xebatên ENKSyê yên li Şamê axivî.

Îbrahîm Biro diyar kir ku ew wekî ENKSyê li Şamê ne û nûnertiya ENKSyê dikin û wiha got:

“Piştî ku rejîm çû me biryar da ku em derbasî Şamê bibin û li Şamê bimîni. Aniha hevalên me li Şamê hene û kar û xebatên xwe dikin.

Gelek hevalên me yên li derve xebat dikirin vegeriyan me jî biryar da ku em vegerin û karê xwe bikin.

Ti hincet nemaye ku giraniya ENKSyê li Şamê tunebe. Serkirdayetiya ENKSyê dê biryarê bide bê ka dê li Şamê nûnertiyê veke yan na.

Em dibînin û dibihîzin ku dê gelek xebatên siyasî bene kirin, partî û eniyên siyasî li Şama paytexta Sûriyeyê bên avakirin girîng e ku ENKS jî li Şamê be.

Me Ehmed Şer nedît. Heta niha danûstandinên me bi nûnerên balyozxaneyan û welatan re kirine.

Ehmed Şer jî xwe parastiye ku aliyên siyasî bibîne, heta niha ti aliyekî siyasî bi Ehmed Şer re hevdîtin nekirine.

Me nûnerên dewletên Ereb û nûnerên dewletên Ewropayî dîtin. Aniha li Sûriyeyê tiştê sereke karê serekê yê vê hikûmetê meseleyên leşkerî û ewlehiyê ne.

Gazinên xelkê hene, me xelkê Derayê, xelkê Siweydayê dît gazinên wan hene li gorî gotina wan di nava 20 rojên dawî de ti tiştek nehatiye kirin.

Belê rast e, rejima Beşar Esed hat rûxandin serkeftinek hat bidestxistin lê xelk dixwaze tevlî pêvajoya siyasî bibe.

Me ji derdora Ehmed Şer re xeber şand û me gotiye ku em dê xebatên xwe bikin û heger tiştek bû em amade ne tevlê bibin.

Me bi awayekî fermî daxwaza hevdîtinê li Ehmed Şer nekiriye.”

“Li ser mafên gelê Kurd me bi ti kesî re ti rêkeftin nekiriye”

Îbrahîm Biro di berdewamiya axaftina xwe de behsa xebatên ENKSyê yên li Şamê jî kir û wiha got:

“Karê mixalefeta Sûriyeyê berdewam dike karekî dûr û dirêj li pêşiya me ye. Em hîn di nava mixalefetê ne.

Pêwîst e danûstandinên me bi hev re berdewan bikin.

Dê xebatên ENKSyê yên bi wan partî û aliyên ku berê mafên Kurdan qebûl kirine re berdewam bike.

Bi dehan kesên Rêveberiya Xweser ji roja ewil ve li Şamê ne.

Ew nûner, sefîr û balyozên welatên ên Sûriyeyê yên ku me ew li derve ditîtin em aniha wan li Şamê dibînin.

Li ser mafê gelê Kurd me ti rêkeftin bi ti kesî re nekiriye.

Navê Kurdan bi rêya medyayê hatiye xirabkirin em ji wan aliyên ku bi wan re dicivin re dibêjin em mafên xwe dixwazin.
Çawa li derve em dixebitin li navxwe jî em dixwazin bixebitin.

Ez dê ji Şamê vegerim Hewlêrê, hîn li cem me rewş neguheriyeye. Divê guhertin pêk werin divê xelkê êdî qebûl bikin.

Em naxwazin tiştan bikin şexsî me behsa bacên ku me daye nekiriye. Heta niha partiyên me li Rojavayê Kurdistanê ne. Heta vê kêliyê jî gefan li min dixwin û min behs nekiriye.

Serê me bilind e ku hîn hevalên me tevî zehmetiyan Rojavayê Kurdistanê ma ne. “