Li Bedlîsê 6 otomobîl li hev ketin: 20 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Norşînê ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, şeş otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 20 kes birîndar bûn.
Li navçeya Norşînê li nêzîkî gundê Morgoyê, serê sibeha îro ji ber mij û moranê mesafeya dîtinê kêm bû.
Di encamê de 6 otomobîl li hev qelibîn û 20 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên cuda yên Norşîn û Tetwanê.
Ji ber qezayê rê demekê li ber çûn û hatinê hat girtin.
Piştre tîman otomobîlên ku qeza kiribû ji ser rê rakirin û çûn û hatina otomobîlan asayî bû.