Hewlêr (Rûdaw) - Bi biryara Dadgeha Bilind a Tirkiyê (Daniştay) Tirkiye bi awayekî fermî ji Peyamana Stenbolê vekişiya.
Konseya Ewropayê sala 2011an li Stenbolê peymanek taybet bo rêlibergirtin û rûbirûbûna tundûtûjiya li beramber jinan pêk anî û Tirkiye yekem welat bû ku ew peyman îmza kiribû û pesend kiribû.
Ew peymana taybet bi mafên jinan, ji ber ku li Stenbolê hatibû îmzekirin, li qada navdewletî wek Peymana Stenbolê tê naskirin. Lê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, Tirkiye 20ê Adara 2021an biryar da ku Tirkiye ji wê peyamanê vekişe.
Partiyên siyasî û rêxistinên parastina mafên jinan ji bo hilweşandina vê biryara Serokkomarê Tirkiyê serî li Dadgeha Bilind a Tirkiyê dabûn û doz tomarkiribûn.
Dadgeha Bilind a Tirkiyê vekişîna Tirkiyê ji Peymana Stenbolê di çarçoveya hiquqê de dîtibû û doz red kiribû.
Îro roja Duşemê 2yê Çileya 2023an Encûmena Daîreyên Dozên Îdarî ya Dadgeha Bilind a Tirkiyê li ser wan serlêdanan civiya. Encûmena navborî bi piraniya dengan biryara redkirina doza ku partiyên siyasî û rêxistinên jinan yên li Tirkiyê ku ji bo hilweşandina biryara Serokkomarê Tirkiyê vekiribûn, erê kir.
Piştî vê biryarê jî Tirkiye bi awayek fermî ji ji Peymana Stenbolê vekişiya. Proseya ji niha û şûnde ya derbarê Peymana Stenbolê dê li Dadgeha Destûra Bingehîn ya Tirkiyê birêve biçe.
Peymana Stenbolê bi pesendkirina 10 welatan sala 2014an ketibû warê cîbicîkirinê û Tîrmeha 2019an jî ji aliyê Yekîtiya Ewropa û 34 dewletan ve hatibû pesendkirin.
Peymana Stenbolê weke belgeya herî diyar ya Konseya Yekîtiya Ewropayê ya derbarê mafê jinan û naskirina nasnameya hevregeziya cinsî û heta niha ji aliyê 46 welatan ve hatiye pesendkirin.
Piştî vekişîna Tirkiyê ji peyaman Stenbolê partiyên siyasî û rêxistinên jinan li seranserê Tirkiyê ew biryar protestokiribûn. Lê tevî nerazîbûnan jî bi biryara Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, biryara vekişîna Tirkiyê ji peymana Stenbolê di 20ê Adara 2021an de di rojnemaya fermî ya wî welatî de hatibû weşandin.
Ev biryar di demekê de ye ku li Tirkiyê tundûtûjiya li dijî jinan û bûyerên kuştina jinan zêde bûne. Li gor amarên Platforma Em Dê Kuştina Jinan Rawestînin di sala 2022an de 334 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û 245 jinan jî bi awayekî gumanlêkirî cane xwe ji dest dane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse