Yazda: Belgeyên jenosîda kurdên êzîdî kêm in!

 

Dihok (Rûdaw) – Ev 5 meh in belgeyên komkujî û êrişên DAIŞê li dijî kurdên êzîdî radestî dadgeha navdewletî ya Lahey hatine kirin lê hîn dadgehê dest bi lêkolîn nekiriye.

Rêxistina Navdewletî ya Êzîdiyan (Yazda), ku navenda wê li Amerîkayê ye û ji aliyê kesekî amerîkî ve tê birêvebirin, mijûlî komkirina belge û agahiyan e li ser komkujî û êrişên DAIŞê li dijî kurdên êzîdî ji bo ku bûyerên ku hatine serê kurdên êzîdî wek “jenosîd” bên naskirin.  

Rêveberê giştî yê Yazda, Masaw Barber derheqê vê yekê de ji Rûdawê re got, ev 5 meh in dosyeya Şingalê gihîştiye dadgeha navdewletî ya Lahey lê heta niha lêkolîn derheqê dosyayê de nehatiye destpêkirin.

Barber her wiha diyar kir ku divê hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên din zêdetir piştgiriya dosyaya han bikin çimkî hîn pêwîstî bi belge û agahiyên zêdetir heye da ku komkujî û êrişên han wek jenosîd bên nasîn.

Rêveberê Yazda, salek û 5 meh in li Başûrê Kurdistanê ye û berdewam li dû belge û agahiyan e derheqê êriş û komkujiyên DAIŞê li dijî kurdên êzîdî.

Rêxistina Yazda, tevahiya belge û gorrên komî yên kurdên êzîdî radestî dadgeha Lahey û navendên navdewletî kirine.

Berpirsê karûbarên Yazda, Cemîl Xanim jî derheqê hewlên Yazda ji bo jenosîda kurdên êzîdî de ji Rûdawê re got, çi ji destê me were emê bikin. Emê xwe bigihînin hikûmeta Amerîka, hikûmetên Ewropî û Encumena Asayişa Navdewletî û her derî…

Cemîl Xanim da zanîn ku çend roj berê keça êzîdî ya bi navê Nadiya ji aliyê rêxistina Yazda ve çûbû Encumena Asayişa Navdewletî û behsa wan bûyeran kiribû ku hatibû serê wê û kurdên êzîdî…