Komên çekdar li Şehbayê êrişî HSDyê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê li Şehbayê êrişî HSDyê kir û di navbera wan de şer û pevçûnên dijwar derketin.

Çavkaniyeke ji Şehbayê ji Rûdawê re axivî û got, "Çekdarêm mixalefetê hewl didin rêya navçeya Ehdasê bigirin.

Çekdarên mixalefetê çûne navçeya Misilmiyê. Rêya di navbera Şahba û Helebê de hat girtin û şervanên bi tundî bxwededanê dikin."

27ê Çiriya Paşîn komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kir.

Komên çekdar li wan parêzgeha gelek gund û bajarok kontrol kirin

Her wiha li hinek herêman jî di navber HSD û komên çekdar de şer û pevçûnê dijwar derdikevin.