‘Komên çekdar dê êrişî Til Rifetê bikin’

Hewlêr (Rûdaw) – Lêkolerê Navenda Cesûrê ya Lêkolînan Wail Elwan ragihand ku komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê ku Tirkiye piştgiriya wan dike xwe ji bo êrişekê li ser bajarê Til Rifetê amade dikin.

Lêkolerê Navenda Cesûrê ya Lêkolînan Wail Elwan bû mêvanê bultena Nûrojê ya Rûdawê ku Nalîn Hesen pêşkêş dike.

Lêkoler Wail Elwan da zanîn ku komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê dê êrişî Til Rifeta di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bike.

Wail Elwan eşkere kir ku plana êrişa li Til Rifetê ji plana êrişa li Helebê cuda ye ku dê komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê ji bakurê Helebê destpêkirina êrişa li Til Rifetê ragihînin.

Wail Elwan her wiha destnîşan kir ku ji bo êrişa Til Rifetê odeyeke operasyonan jî hatiye avakirin.

Wî amaje bi wê yekê da ku Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) dê beşdarî êrişa li Til Rifetê nebe.

Li gorî Wail Elwan, HSDyê jî li Til Rifetê amadekiriyên zêde kirine.

27ê Çiriya Paşîn komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) êrişî parêzgehên Heleb û Îdlibê kir.

Di encama wan êrişan de HTŞyê gelek deverên Heleb û Îdlibê kontrol kirine.

Til Rifet

Til Rifet 25 kîlometran dikeve başûrê rojhilatê Efrînê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ew bajarok Sibata 2016an ji destê çekdarên mixalefeta Sûriyeyê derxistibû.

Piştî êrişa Tirkiyeyê ya li Efrînê hejmareke zêde ya xelkê Efrînê koçberî wê deverê bûbûn ku niha li wir di 5 kampan de dijîn.

Girîngiya Til Rifetê ji wê yekê tê ku li devera Şehbayê bajarokê herî nêzîkî sînorê Tirkiyeyê ye ku hêzên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) lê hene.

Her wiha Balafirgeha ya Leşkerî ya Minixê jî li bakurê rojavayê Til Rifetê ye ku di bin kontrola hêzên Kurdî de ye.

Til Rifet û çend gundên wê deverê ku niha di kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne, ji rojhilat, bakur û rojava ve ji aliyê hêzên Tirkiyeyê û komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê ve û ji başûr ve jî ji aliyê hêzên Hikûmeta Sûriyeyê ve dorpêçkirî ye.