Hevserokê berê yê şaxa Nisêbînê ya HDPyê hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, şeva borî Hevserokê berê yê HDPyê yê Nisêbînê hat desteserkirin.

Şeva borî polîsan li Nisêbînê otomobîla Şiyar Koç rawestandin û ew û jineke pê re desteser kirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, polîsan her du kes bi zorê desteser kirine û li wan dane.

Şiyar Koç û jina ku hatin desteserkirin ji bo Rêveberiya Ewlehiyê ya Mêrdînê hatin birin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.