ROJAVA - Dengdan bi dawî hat
Hewlêr (Rûdaw) – Proseya dengdanê di hilbijartinên encumenên xwecihî yên li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê de bi fermî bi dawî hat.
Piştî ku Komîsyona Bilinda Hilbijartinan a Rêvebriya Xweser dema dengdanê di hilbijartinên encumenên xwecihî de bo dema 2 demjimêran dirêj kir, demjimêr 23:00ê li gorî dema Qamişlo û demjimr 22:00 li gorî dema Hewlêrê proseya dengdanê bi dawî hat.
Dengdan di hilbijartinên li Rojavayê Kurdistanê de ji demjimêr 08:00ê serê sibehiya îro Înê 1ê Berfanbarê ve hatibû destpêkirin.
Biryar e di demeke nêzîk de proseya cudakirin û hejmartina dengan dest pê bike.
Ji bo hilbijartinan 5 hezar û 720 kesan bûne berbijêr. Li herêma Cizîrê 3 hezar û 48 kes, li Herêma Feratê Hezar û 170 kes û li Efrînê jî hezar û 502 kes namzet in.
Ji bo dengdanê jî hezar û 285 bingeh hatine destnîşankirin. Herwiha, 10 hezar û 280 çawdêr jî dê serperşitiya navendên dengdanê bikin.
Şandeke parlamentoya Kurdistanê û şandek ji Bakûrê Kurdistanê ji bo çavdêrîkirina birêveçûna hilbijartinan li Rojavayê Kurdistanê ne.