WÊNE - Deryaçeya Zirêbar biheşta balindeyan e

Merîwan (Rûdaw) –  Li gel hatina werzê payîz û sermayê, bi dehan hezar balindeyên ji curên cuda, ji welatên Kafkasan koç dikin û berbi Deryaçeya Zirêbar a bajarê Merîwan ser bi parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ve tên. Ew balinde heta biharê li Zirêbar dimînin.

 

Balindeyên koçber, ji bo peydakirina xwarinê, Deryaçeya Zirêbar hildibijêrin. Li nav û derdora Deryaçeya Zirêbar, ji bo balindeyan curên dewlemend ên êm û nebatan hene.

 

Yek ji wan cure balindeyên ku koçê Zirêbar dibin, çenger in, ku li gorî amarên Fermangeha Parastina Jîngehê ya Merîwanê, niha bi deh hezaran çenger hatine Deryaçeya Zirêbar.

 

(N.S)