Hosteya dawî ya qir û qafikan: 45 sal in vî karî dike
Hewlêr (Rûdaw) – Jina bi navê Suphîye Ozabay bi çêkirin û firotina qafikên axê debara xwe dike ew yek ji hostayên dawî yên qafikan e.
Suphiye Ozabay ji 6 saliya xwe ve qir û qafikên ji axê çêdike.
Suphiya niha 51 salî ye û dixwaze vî karê destî fêrî ciwanan bike da ku ev winda nebe û berdewam bike.
Ew ji bo çêkirina beroş, tas û qafikên ji axê, beriya her tiştî axa xwe li bêjingê dixe, xîzê tevlî axa xwe dike û bi lingan distirê.
Dema ku baş nerm dibe, dixe tenûrê û dîzik, beroşên tirşikê, qir û qafikên metbexê û hinek tiştên xemilandinê çêdike.
Berhemên xwe ziwa dike û wan dixe nava agirê firinê. Piştre derdixe, boyax dike û careke din dixe tenûrê.
“Ez ji xwişên xwe fêrî vî karî bûm”
Suphiye Ozabayê li ser karê xwe wiha got:
"Dema ez 6 salî bûm xwişkên min ev tişt çêdikirin û min jî li wan dinêrî, ez wiha fêr bûm.
Em axa wê li bêjingê dixin û amade dikin. Em xîzê û axê tevlîhev dikin û piştre bi lingan distrên.
Dema ziwa dibin em wan dixin nava agirê firinê. Piştre derdixin wan boyax dikin û careke din dixin nav tenûrê."
Suphiye Ozabay bi vî karî debara xwe dike û berhemên xwe dişîne Amed, Xarpêt, Êlih, Wan û Bedlîsê û li bazaran difiroşe.