Wan bûye rawestgeha penaberên Efxan
Wan (Rûdaw) – Bi milyonan Efxanên li Îranê ne, pêl bi pêl ji ser Wanê derbasî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dibin û Wan bûye rawestgeheke serekî ya penaberên Efxan.
Parêzgeha Wanê yê Bakurê Kurdistanê di van salên dawî de bûye rawestgeheke koçberên Efxan û Îranî.
Li gor zanyariyên ku ew bi xwe didin, niha nêzikî hezar malbatên Efxan li Wanê dijn.
Ji bo rêgirtina li ber hatina koçberan, Tirkiyeyê dîwarek li ser sînor lê kir û tedbîr tûndtir kirin lê hatina koçberan berdewam dike.
Her du gundên Qeşqol û Xanikê ku li ser sînorê di navbera Bakurê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê de ne û girêdayî Elbaka Wanê ne, nêzîkî bajar û gundên Rojhilatê Kurdistanê ne.
Wekî gelek gundên din ên li ser sînor, ew her du gund jî ji hêlekê ve bi dîwarên stûr û bilind û li hêla din jî bi qereqol û tor û xalên çavdêriyê hatine dorpêçkirin.
Lê dîsa jî di nava 10 mehên îsal de nêzikî 43 hezar koçberên Efxan derbasî wan gundan bûne.
Nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk çûye wan gundan di vê raporê de behsa hatina wan koçberan û nebikêrhatina tedbîran dike.
“Tirkiye wan vedigerîne”
Mixtarê gundê Xanikê Murat Aydin li ser hatina koçberên Efxan wiha got:
“Erebeyên gundên me di gundê Qeşqolê re derbas dibin. Gundekî li ser sînorê Îranê ye. Berê min didît penaber derbas dibûn.
Ew tên û Tirkiye jî wan vedigerîne. Van salan min nedîtine. Berê dihatin.”
Ew demeke dirêj e hejmareke gelekî zêde ya Efxanan ji ser bi Îranê re derbasî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dibin.
Tenê di nava 10 mehên 2024an de nêzikî 43 hezar koçberên Efxan hatine girtin.
Yên ku nehatine girtin hejmara wan nayê zanîn û xetereya hatina Efxanan ji nava Îranê zêde dibe.
Ji ber ku Îranê biryarek daye da heta Adara 2025an 2 milyon Efxannên li nava welatê xwe dersînor bike.
Ev yek jî dibe sedem ku bi sed hezaran Efxan berê xwe bidin Tirkiyeyê.
Qaçaxçiyên li ser sînor dibêjin, her çend ku dîwar û bergirî zêde bin jî karên wan bi awayekî berdewam dike.
“Em bi otobûsan wan dişînin Stenbolê”
Qaçaxçiyê penaberên Efxan D.K. li ser anîna penaberan wiha got:
Hevalên me yên li wî aliyên sînor hene. Ew wan derbas dikin û wan tînin cem me. Em jî wan dibin Stenbolê.
Cihekî ku em penaberan jê digirin nîne, diguhere. Ji Wanê heta Stenbolê em 60 hezar lîreyî distînin.
Em bilêtên wan dibirin û bi otobûsan wan dişînin.
Hejmara Efxanên ku li nava Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ne nayê zanîn lê tenê li Wanê li gor ku ew bi xwe dibêjin nêzî hezar malbatên Efxan hene.
Hinek ji wan êdî bûne niştecihên Wanê û dibêjin ku ew dê li vir bimînin.
Ji ber ku çûna Ewropayê yan jî çûna wan a bajarên Tirkiyeyê zehmet û biha ye, gelek Efxan li Wanê dimînin.
Efxanên li Wanê ne di nava şert û mercên ne guncav de bin jî ji halê xwe razî ne.
“Ev 8 sal in em li Wanê ne”
Penaberê bi navê Mihemed Gulahmedî demek e li Wanê dijî û wiha behsa serpêhatiya xwe dike:
“Ew 8 sal in ku em li vir in. 5-6 zarokên min hene. Li welatê me pirsgirêk hebû. Dibistan tunebûn, kar tunebû.
Xizmekî me bi dewletê kar kiribû û ew jî bo me bû pirsgirêk. Zext li me hat kirin û em jî hatin Tirkiyeyê.”
Sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê 560 kîlometre ye û 295 kîlometre li nava sînorê Wanê ye.
173 kîlomtreyên vî bajarî bi dîwarên nêzî 3 metroyan bilind hatiye girtin.
Qedexe û têlên strî jî pê re tedbîrên qewî hatine standin lê hemû ew tevdîr ji bo hatina koçberan nabin asteng.
Tê çaverêkirin ku bi taybetî di mehên zivistanê re bi deh hezaran koçberên din ên Efxan berê xwe bidin Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.