Festîvala Hinaran a Helebceyê: 80 hezar kes hatin

Hewlêr (Rûdaw) – Birêvebiriya Geştyariyê ya Helebceyê diyar kir ku di roja yekem a Festîvala Hinaran a Helebceyê de 80 hezar kes çûne Helebceyê.

Festîvala Hinaran a Helebceyê doh dest pê kir û dê heta sibe şemiyê bidome.

Berdevkê Birêvebiriya Geştyariyê ya Helebceyê Hewraman Celal ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku ew li bendê ne îro ji doh zêdetir xelk biçe festîvalê.

Hewraman Celal amaje bi wê yekê kir ku doh 80 hezar kes çûne festîvalê.

Li aliyê din, li Helebceyê xunaviyên baranê jî hene.

Pisporê keşnasiyê Mihemed Kemal da zanîn ku dê xunav berdewam bikin.

Berhemên hinarên Helebceyê bi nav û deng in û her sal 30 hezar ton hinar li Helebceyê tê berhemanîn.

Di Festîvala Hinaran a Helebceyê de berhemên xwemalî yên wekî hingiv, dims, mewîj, guzên Hewramanê, berhemên çandî û karên destî yên jinan tên nîşandan.