Li Xoyê qeza: 4 kes mirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de 4 kes mirin.
Midûrê Saziya Parastina Sivîlan a Xoyê Secad Husênlû ragihand ku qezayê li ser rêya Xoy û gundê Seyîd Tacedînê rû daye.
Secad Husênlû diyar kir ku agir girtiye her du otomobîlan û 4 kesên li wan siwar mirine.
Li gorî agahiyên ku Husênlû dane, li ser sedema qezayê lêkolînê dest pê kiriye.