Cenazeyê Nûrşîn piştî 3 mehan teslîmî malbata wî hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Cenazeyê Nûrşîn Bedirê gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) piştî 3 mehan radestî malbata wî hat kirin.

Nûrşîn Bedir (Rêgeş Qelqelî) 31ê Tîrmehê li navçeya Elkê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê di pevçûnekê de canê xwe ji dest dabû.

Cenazeyê Nûrşîn li goristana bêkesan a Şirnexê hatibû vêşartin.

Cenaze piştî testa DNAyê îro radestî malbata wî hat kirin.

Malbatê cenazeyê kurê xwe wergirt û berê xwe da Wana Bakurê Kurdistanê.