Rêveberiya Xweser ji ber êrişên Tirkiyeyê hawara xwe digihîne Neteweyên Yekbûyî
Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokatiya Encûmena Gelan a Rêveberiya Xweser ragihand ku êrişên Tirkiyeyê li ber kar û xebatên saziyên xizmetguzariyê dibin asteng û ew hawara xwe digihînin Neteweyên Yekbûyî.
Hevserokatiya Encûmena Gelan wê yekê venaşêre ku Hevpeymaniya Navneteweyî li hemberî êrişên Tirkiyeyê karekî cidî nake.
Rêveberiya Xweser da zanîn ku ew ji ber êrişan nijarin xizmetên serekî pêşkeşî welatiyan bikin.
Cîgirê Hevserokê Encûmena Gelan a Rêveberiya Xweser Yasir Silêman got:
“Rêveberiya Xweser di nava salên hebûna xwe de hewl daye xizmetguzariyan pêşkêş bike û bi rêya projeyên xizmetguzariyê jêrxaneke bihêz û herdemî ava bike ku aramî û ewlehiyê ji welatiyan re dabîn bike û sînorekî ji koçberbûnê re deyne.
Ev zêdeyî 2 salan e Rêveberiya Xweser ji ber êrişên berdewam ên Tirkiyeyê li gorî biryara Encûmena Gelan hejmar 8 di rewşeke awarte re derbas dibe.
Em neçar in parastina erd û saziyên Rêveberiya Xweser bikin.”
“Pirsgirêkeke mezin heye”
Hevserokatiya Encûmena Gelan wê yekê venaşêre ku Hevpeymaniya Navdewletî li hemberî êrişên Tirkiyeyê karekî ciddî nake ku metirsî heye şaneyên DAIŞê çalak bibin.
Cîgirê Hevserokê Encûmena Gelan a Rêveberiya Xweser Yasir Silêman her wiha anî ziman:
“Armancgirtina hêzên ewlehiya navxwe rê li ber hêzên tundrev, terorê û şaneyên razayî vedike da ku li dijî welatiyan û saziyên xizmetguzariyê li hemû kantonan êrişan pêk bînin.
Her wiha rê li ber wan vedike ku zindan, kamp û pêgehên Hevpeymaniya Navneteweyî jî li herêmê bikin armanc.”
Bi nerîna berpirsên Rêveberiya Xweser êrişên berdewam ên Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê rê li ber bicihanîna pêvajoya yasayî û projeyên xizmetguzarî yên Rêveberiya Xweser digire û têk dide.
Hevserokê Encûmena Bicihkar a Cizîrê Hikmet Hebîb jî da zanîn:
“Pirsgirêkeke mezin heye ku dibe rêgir li ber bicihkirina Peymana Civakî.
Ew jî êrişên berdewam ên Tirkiyeyê ne ku jêrxan û saziyên xizmetguzariyê yên herêmê dikin armanc.
Pêwîstiya projeya Rêveberiya Xweser û Peymana Civakî bi şiyanên mezin heye.
Di dema ku em hemû pêdiviyan ji bo bicihkirinê dabîn dikin Tirkiye jêrxana me dike armanc, aramî û ewlehiya welatiyan têk dide.”
Berpirsên Rêveberiya Xweser dibêjin ew li hemberî rewşa awarte neçar dimînin ku bi rêya Daîreya Pêwendiyên Derve hawara xwe bigihînin Neteweyên Yerkbûyî û rêxistinên mafên mirovan ku alîkariya Rêveberiya Xweser bikin.