Serok Barzanî bo Balyozê Belarûsê: Divê jiyana koçberan bê parastin
Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî li gel Balyozê Belarûsê civiya û tekezî li ser wê kir ku “di mijara koç û koçberan de pêwîst e hemû alî rehendên mirovî yên vê mijarê li ber çavan bigirin û jiyana jin, zarok û koçberan biparêzin.”
Serok Mesûd Barzanî îro li Selahedînê pêşwazî li Balyozê Belarûsê yê li Iraq û Tirkiyê Victor Rybak kir.
Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di civînê de mijara koçberan, hevahengiya navdewletî û piralî li gel pirsa koç û koçberan hat gotûbêjkirin û herwiha tekezî li ser pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Belarûsê hat kirin.
Li gor daxuyaniyê, di beşeke din a civînê de, aliyan behsa proseya siyasî ya Iraqê, hilbijartinên parlamentoyê ku 10ê meha derbasbûyî birêve çûn û qonaxa piştî hilbijartinan kirin.
Herwiha di civînê de Serok Barzanî tekezî li ser wê kir, “divê di mijara koç û koçberan de hemû alî rehendên mirovî yên vê mijarê li ber çavan bigirin û jiyana jin, zarok û koçberan biparêzin.”
Ev yek di demekê de ye ku nêzikî du meh e, hejmareke zêde ya koçberan li ser sînorê Belarûsê kom bûne û dixwazin derbasî welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) bibin.
Li gor amarên ne fermî, bi dirêjiya sînorê Belarûs û Polandê, nêzikî 15 hezar koçber asê mane û beşek ji wan koçberan xelkê Başûr û Rojavayê Kurdistanê ne û di rewşeke xerab de ne.
Poland û welatên din ên Yekîtiya Ewropayê jî ji ber vê pêla dawî ya koçberan hikûmeta Belûrûsê tawanbar dikin û di vê çarçovê de ji bo rêgirtina li koçberan, Polandê dest bi têlbendkirina sînorê xwe kiriye.