Dadgehê biryara12 sal girtinê bi ser jinbav û bavê sê zarokên îşkencekirî yên Axcelerê de sepand

Hewlêr (Rûdaw) - Ew jinbav û bavê ku sê zarokên xwe li Çemçemalê îşkence kiribûn, dadgehên biryara 12 sal zîndanîkirinê bi ser wan de sepand.

 

Li bajarokê Axceler a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve 3 zarok ji aliyê jinbav û bavê xwe ve bi awayekî gelek tund hatibûn îşkencekirin û di (01-12-2016) de bûyer aşkere bûbû. Piştî derbasbûna nêzîkî 2 salan bi ser wê bûyerê ve, dadgeha Silêmaniyê di derheqê wan kesan de biryar da û 12 sal zîndanîkirin bi ser wan de sepand.

 

Birêveberatiya rûrbirûbûna tundûtîjiya li dijî malbatê li Çemçemalê ragihand,  ew zarok ji aliyê jinbav û bavê wan ve hatibûn îşkencedan û piştî eşkerebûna bûyerê, ew herdu kes reviyabûn, lê piştre ji aliyê polîsan ve hatibûn girtin.

 

Berpirsê Birêveberatiya rûrbirûbûna tundûtîjiya li dijî malbatê li Çemçemalê, Hêmin Elî Resûl da xuyakirin, “herî dawiyê dadwer biryar da ku her yek ji wan bi 12 salên girtinê siza bide.”

 

Hêmin Elî Resûl herwiha got jî,  “niha rewşa tendrustiya wan zarokan başe û li gel mamê xwe dijîn.”

 

Rûdawê di 6ê Şibata sala derbasbûyî de û di bernameya Hot Line de dosyeya wan sê zarokan ji bo raya giştî eşkere kiribû û wê demê pizîşkekî bi navê Mihemed Mehmûd amadeyiya xwe ji bo çareserkirina wan zarokan nîşan dabû û gotibû, “ji ber îşkencedana wan zarokan, nêzîkî 25 neştergeriyan ji bo wan pêwîst e.”