Rewşa dawîn a deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl

Duhok (Rûdaw) – Rêveberiya Deriyê Îbrahîm Xelîl daxuyaniyek belav kir û ragihand, ku girtin û kontrolkirina deriyê Îbrahîm Xelîl ji aliyê Artêşa Iraqê ve, ji rastiyê dûr e.

 

Ragihandina  Rêveberiya Deriyê Îbrahîm Xelîl bi daxuyaniyekê diyar kir: “Ji bo piştrastkirina welatî û bazirganan, deriyê Îbrahîm Xelîl nehatiye girtin û piştrast bin ku dê her dem vekirî be ji bo bazirgan û geştiyaran.”

 

Rêveberiya Deriyê Îbrahîm Xelîl herwiha destnîşan kir: “Hemû propagandayên ku ji aliyê çend dezgeh û  medyayan ve li ser daxistin û kontrolkirina deriyê sînorî ji aliyê Artêşa Iraqê ve hatine belavkirin, ji rastiyê dûr in û tenê şerekî derûnî ye tê meşandin.”

 

Li ser çûna Artêşa Iraqê ber bi deriyê sînorî ve, di daxuyaniyê de hatiye aşkerekirin: “Serdana Sererkanê Iraqê bi yawerê Sererkanê Pêşmerge di 31ê Cotmeha 2017an de bo deriyê Îbrahîm Xelîl, tenê serdanek bû û ti civîn nehatiye kirin. Di serdanê de jî Sererkarên Artêşa Iraqê bi otomobîla Wezareta Pêşmerge, bi hevkariya ofîsa pêwendiyan, çû aliyê Pêşxabûr û serdana tîma Artêşa Iraqê kir, ku hejmara wan 20 leşker e û demeke li gel Artêşa Tirkiyê li Silopiyê manowrên leşkerî dikin.”

 

Rêveberiya Deriyê Îbrahîm Xelîl herwiha diyar kiriye: “Cardin tekezî li wê yekê dikin, ku ti pêwendiya vê serdanê bi karûbarên deriyê Îbrahîm Xelîl ve tine ye. Li gor destûra Iraqê birêvebirina deriyên sînorî bi hevbeşiya fermanber û karmendên sivîl divê. Bi ti awayî rê nayê dayîn ku çi Artêşa Iraqê û çi jî Pêşmerge deriyan kontrol bike, ji bo parastina deriyên sînorî jî polîsên gumrikê û dezgehên asayişê hene û heta niha jî karmendên sivîl ên ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Darayî û Aborî karûbarên gumrikê bi cih tînin.”