Gêlo Îsa: Bi hatina Pêşmerge moralê şervanên YPGê bilindtir bûye

 

Hewlêr (Rûdaw)- Şeva borî şerekî giran li başûrê Kobanî derket û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li wê eniya şer pêşde çûn û bi derbasbûna Hêzên Pêşmerge moralê wan şervanan bilintir bûye.

 

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Gêlo Îsa ku partiya wî yek ji pêkhatehên Kantona kobanî ye, ji nav bajarê Kobanî ji Rûdawê re ragihand: “Piştî ku 2 balafirên hevpeymaniya navdewletî cihên DAIŞê li Kobanî bi giranî bombebaran kirin û şerekî giran jî çend aliyan derket û ji vê sibehê ve rewş li nav bajêr aram e.”

 

Bi gotina Gêlo Îsa, “Şeva borî şerekî giran di navbera şervanên YPGê û çekdarên DAIŞê de li başûrê bajêrê Kobanê derket û YPGê li wir pêşde çû û ziyanên mezin gihandine DAIŞê.”

 

Derbarê derbasbûna Hêzên Pêşmerge de, wî serkirdeyê kurd diyar kir ku, “Dema ew birayê xwe li kêleka xwe dibîne, bêguman wê morala wan bilind bibe û bi hatina Pêşmerge jî morala şervanên YPGê bilindtir bûye.”

 

Gêlo Îsa mizgîniyê dide gelê kurd ku piştî, “Hêzên Pêşmerge bi çekên xwe yên giran tevlî eniyên şer bibin wê serkeftinên mezin li Kobanî bi dest şervan û pêşmergeyan bikevin û şikestinên mezin jî wê bigihin DAIŞê.”