Îro li piraniya Bakurê Kurdistanê baran e

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku li gorî pêşbîniyan li piraniya parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pileyên germê ji 5 heta 10 pileyan daketine.

Li 20 parêzgehan ji ber egera baraneke gur, bager û lehiyê hişyarî hat dayîn.

Her wiha tê pêşbînîkirin ku îro li piraniya parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê baran bibare.

Saziya Keşnasiyê ji bo çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê yên wekî Agirî, Çewlîg, Bedlîs, Erzirom, Erzingan, Colemêrg, Qers, Mûş, Sêwaz, Erdexan û Îdirê hişyariya baraneke gur, ba û lehiyê da.

Li Mereş û parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê jî îro car caran dê baran bibare.

Her wiha li parêzgehên Îdir, Qers û Agiriyê jî hêza ba zêde dibe û egera bagerê heye.

Li hinek parêzgehan pileyên germê wiha ne:

  • Sêwaz: 21 °C
  • Mereş: 26 °C
  • Erzirom: 18 °C
  • Meletî: 20 °C
  • Dîlok: 27 °C
  • Amed: 29 °C