AMED - Berfîna 12 salî winda ye

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Çinarê ya Amedê Berfîn Oztemela 12 salî ji duh ve winda ye.

Berfîn Oztemela 12 salî ya ji Gundê Xanika Jêrî yê navçeya Çinarê duh nîvro ji malê derket da ku here dibistanê.

Lê ji wê gavê û pê ve êdî ti xeber jê nehatiye.

Dema Berfîn venegeriya malê malbata wê dest bi lêgerîna wê kir.

Piştî ku malbatê Berfîn nedît serî li qereqola cendirmeyan da.

Ekîbên AFADê û cendirmeyan ji bo dîtina Berfînê dest bi lêgerînê kiriye.

Her wiha hat xwestin ku kesên Berfîn dîtiye yan jî derbarê wê agahiya wan heye telefonî Navenda Bangewaziyên Lezgîn a 112ê bikin.