Li Qersê zilamek li mala xwe mirî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, şeva borî zilamekî 56 salî li mala xwe bi mirîtî hat dîtin.

Li Taxa Şehîtlerê ya Qersê piştî ku mala Alî Zer a li qata 5an a avahiyekê bêhna ne xweş hat cîranên wî tîmên tenduristiyê ji rewşa agahdar kirin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê û tîmên kompanyaya gaza xwezayî çûn cihê bûyerê.

Deriyê mala Alî Zer ji aliyê tîman ve hat vekirin.

Alî Zerê ku bi tenê dijiya li mala xwe bi mirîtî hat dîtin.

Tîmên tenduristiyê piştî lêkolîna dozger a li cihê bûyerê, termê Alî Zer ji bo otopsiyê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Harakaniyê.