Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser teqîna li Enqereyê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê, êrişa li dijî Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê şermezar kir.

Îro li ber Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê êrişek hatibû kirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku demjimêr derdora 09:30î 2 kesan bi otomobîlekê êriş pêk aniye.

Yerlîkaya daxuyand ku yekî ji wan “xwe teqandiye” û yê din jî “ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye kuştin”.

Alî Yerlîkaya ragihand ku êrişa bombeyî de 2 polîs birîndar bûne.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî li ser bûyerî daxuyaniyek belav kir.

“Herêma Kurdistanê tim li dijî çalakiyên tundî û terorê ye”

Pêşewa Hewramanî, “êriş şermezar kir” û got:

“Herêma Kurdistanê tim li dijî çalakiyên tundî û terorê ye. Ev helwesta mê naguhere. Em wekî hikûmetê dixwazin ku li dijî terorê hevkariya navdewletî were xurtkirin.”

Li aliyê din, HPGyê da zanîn ku êriş ji aliyê Tabûra Nemiran ve hatiye encamdan.