Serok Barzanî û Sekreterê Giştî yê PSDKyê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî û Sekreterê Giştî yê Partiya Soyalîst Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hacî Mehmûd li Hewlêrê civiyan.

Ofîsa Serok Barzanî derbarê hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serok Barzanî, di hevdîtinê de “rûdanên dawiyê yên li Îraqê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê” hatin gotûbêjkirin.

Herwiha di hevdîtinê de “Rûdanên dawiyê yên li Herêma Kurdistanê” jî hatin nirxandin.