Nexweşxaneya Dirbêsiyê bi erzanî nexweşan derman dike

Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyekî ji bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê, nexweşxaneyeke ku 17 salan hebû kiriye û sîstema kar guhertiye.

Li Dirbêsiyê, tenê nexweşxaneyeke taybet heye, temenê wê jî derdora 17 salan e.

Welatiyê bi navê Xalid Dedûş ev 4 meh in ew nexweşxane kiriye.

Xalid Dedûş piştî ku nexweşxane nû kir sîstema wê jî guhert û biryar da ku bihayê dermankirinê li gorî nexweşxaneyên din erzantir be.

Wî got ku rewşa aboriyê ya welatiyan xirab e û armanca wî ew e ku alîkariya welatiyan bike.

Bihayê hin emeliyatan li wê nexweşxaneyê li gorî nexweşxaneyên din ji sedî 25 erzantir e.

Welatî ji vekirina wê nexweşxaneyê kêfxweş in û dibêjin, tevî ku li Dirbêsiyê tenê ew nexweşxane heye jî bihayê wê ji yên nexweşxaneyên bajarên din bi gelekî erzantir e.

Li Rojavayê Kurdistanê ji ber şerê 12 salan, krîzeke tenduristiyê derketiye û derman biha bûne û gelek derman jî nayên peydakirin.

Herwiha bijîşkan jî heqdestê xwe zêde kiriye.