Nêçîrvan Barzanî: Babe Şêx hemû jiyana xwe bo xizmeta Kurdên Êzidî terxan kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema koça dawî ya Rêberê Rûhanî yê Kurdên Êzidiyan Babe Şêx peyamekî serxweşiyê belav kir û got: “Babe Şêx wek rêber û mezinê ola Êzidiyan hemû jiyana xwe bo xizmeta Kurdên Êzidî terxan kir.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya koça dawî  kesayetê diyar ê Kurdên Êzidî û Rêberê Rûhanî yê Êzidiyan Babe Şêx peyameke sersaxiyê arastî malbata wî û hemû Kurdên Êzidî kir.

Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Babê Şêx wek rêber û mezinê ola Êzidyan jiyana xwe ji bo xizmeta Êzdiyatiyê terxan kir û salên dûr û dirêj ên jiyana xwe di karûbarên olî û civakî de derbar kir û rola wî ya berçav ji bo pêkvejiyan û hevqebûlkirinê hebû û şûndestê kar û xizmetên wî her dimîne.”

Barzanî herwiha serxweşiyê xwe pêşkêşî malbat û keskûkarên wî û hemû Kurdên Êzidî kir û got: “Em hêvparên xema wan in. Ji xwedayên mezin hêvîxwazin canê wî bi dilovaniya xwe şa bike û sebr û hedarê bide hemûyan.”