URMIYE - Endamên Kurd civînên enûmena bajêr baykot kirin

01-10-2019
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Urmiye Rojhilatê Kurdistanê Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber bikaranîna zimanê Tirkiya Azerî di civînên Encûmena Bajarê Urmiyê de, endamên Kurd wek nîşandana nerazîbûna xwe civînên wê encûmenê baykot kirin.

Li gor tomareke dengî ku li ser torên civakî belav bûye, duh Duşemê 30ê Îlonê di civîna Encûmena Bajarê Urmiyê de, li ser pirsa bikaranîna zimanê fermî di civînên encûmenê de, careke din di navbera endamên Kurd û Azerî yên encûmenê de alozî derketiye.

Li gor agahiyan, di civîna duh de, endamên Azerî yên encûmenê bi zimanê Tirkiya Azerî diaxivin û endamê Kurd ê encûmenê, Mihemed Xalid Hatemî li dijî wê yekê nerazîbûnê nîşan dide û daxwaz dike, ku di hemû civînên fermî yên encûmena bajêr de, zimanê Farsî were bikaranîn, ku zimanê fermî li seranserê Îranê ye.

Mihemed Xalid Hatemî herwiha di axaftina xwe ya nerazîbûnê de dibêje, nabe endamên Kurd ên encûmenê bêne neçarkirin ku bi Tirkiya Azerî biaxivin.

Endamên din ên Kurd ên encûmena bajarê Urmiyê jî piştgirî didin axaftinên Mihemed Xalid Hatemî û daxwaz dikin, ku pirsgirêka axaftina bi zimanê Tirkiya Azerî di civînên encûmena vî bajarî de bê çareserkirin û biryarek di vê bareyê de bê dayîn.

Lê belê îtîraz û daxwaza endamên Kurd ji aliyê serok û endamên Azerî yên encûmenê ve tê redkirin û tekezî li ser bikaranîna Zimanê Tirkiya Azerî di civînên encûmena bajarê Urmiyê de dikin.

Ji ber helwêsta endamên Azerî, endamên Kurd ên Encûmena Bajarê Urmiyê ji civînê derdikevin û radigihînin, ku ew dê civînên encûmenê baykot bikin û heta ku pirsgirêk neyê çareserkirin, ew beşdarî ti civînên encûmenê nabin.

Nûnerên Kurd herwiha ragihandine, heta rêveberiya parêzgehê pirsgirêka bikaranîna zimanê Tirkiya Azerî di civînên fermî yên Encûmena Bajarê Urmiyê de çareser neke, ew baykota xwe naşkînin û beşdarî ti civînan nabin.

Encûmena Bajarê Urmiyê ji 11 endaman pêk tê, ku 4 ji wan Kurd û 7 jî Azerî ne.

Di rojên destpêka meha Tebaxa îsal de jî, di civîna Encûmena Bajarê Umriyê de, di navbera nûnerê Kurd ê encûmenê Mihemed Xalid Hatemî û Şaredarê Tirk ê bajêr, Mihemed Hezretpûr de li ser heman mijarê alozî derketibû.

Pêştir jî endamên Kurd ên Encûmena Bajarê Urmiyê, rexne ji wê yekê girtibûn, ku li Urmiyê giringî bi avedanî û geşepêdana taxên Kurdî û herwiha pêşxistina çalakiyên kulturî yên Kurdî nayê dayîn.

Her îsal di demah bihorî de, komek çiyavanên Azerî dema ku hilkişiyabûne ser Çiyayê Bozê Sîna ku dikeve rojavayê bajarê Urmiyê, navê çiya guherîbûn û navekî tirkî lê kiribûn, lê piştre du grûpên çiyavanî yên ji Urmiyê û Şinoyê bi bernameyeke hevbeş, hilkişiyabûne ser wî çiyayî û tabloya bi tirkî ya navê çiya anîbûne xwarê û cardin tabloya navê Kurdî û resen ê Çiya li ser gupika çiyayê Bozê Sîna çeqandibûn.

Bajarê Urmiyê yek ji parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê ye û Kurd û Azerî du pêkhetyên sereke yên wê parêzgehê ne. Li Urmiyê herwiha rêjeyeke biçûk ji pêkhateya Aşûrî jî dijîn.

Li gel wê çendê ku Kurd nifûsa herî zêde li bajarê Urmiyê pêk tînin, lê belê rêveberiya bajêr bi giştî di destê Azeriyan de ye û hikûmeta Îranê jî piştgiriya wan dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst