Deriyê Sînorî yê Xabûrê: Karmend û rêwî bi hev ketin!

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Silopiyayê yê Şirnexê karmendên Deriyê Sînorî yê Xabûrê û 5 rêwî pev çûn.

Di pevçûnê de 3 karmend birîndar bûn û 5 rêwî jî hatin desteserkirin.

Bûyer doh di navbera kesên ku rojane tên Herêma Kurdistanê û vedigerine Bakurê Kurdistanê û karmendên deriyê sînorî de qewimî.

Di navbera 4 kesên bi navê M.B, K.O û M.B û Y.B û 3 karmendên deriyê sînorî yên bi navê A.B, B.B û M.S de nîqaş derket.

Nîqaş veguherî pevçûnê û karmendê bi navê A.B kulmek xwar, pevçûn mezin bû û li karmendekî din ê bi navê B.B hat dayîn.

Rêwiyê bi navê M.B jî êrişî karmendê bi navê M.S kir.

5 kesên ku bi 3 karmendan re pev çûn ji aliyê Rêveberiya Gumrikê ve hatin desteserkirin.

Tîmên tenduristiyê yên çûn cihê bûyerê karmendekî ku birîndar bûbû bi ambulansê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê.

Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê derbarê 5 rêwiyan de lêpirsîn da destpêkirin.