MÛŞ - 2 bûyerên trafîkê: 2 kes mirin û 7 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê di 2 bûyerên trafîkê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya Mûş û Çewlîgê li nêzîkî Pira Muratê otomobîla ku Îsa Turk şofêrtiya wê dikir li barhilgira ku dixwest bizivire qelibî.

Di bûyerê de jina bi navê Saniye Karadag a di otomobîlê de canê xwe ji dest da, tevî şofêr, Şevval û Merve Başak, Havvanur û Hayrunîsa Turk birîndar bûn.

Tîmên tendirustiyê yên çûn cihê bûyerê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.

Di bûyereke din a trafîkê de otomobîlekê li keriyê pez da û kamyonetekê jî ji paş ve li heman otomobîlê xist.

Di bûyerê de kesekê canê xwe ji dest da û 2 kes birîndar bûn.

Li ser rêya di navbera Mûş û Çewlîgê nêzîkî gundê Gomsê otomobîlekê li keriyê pez xist.

Kamyoneta ku barê wê ka bû jî ji paş ve li otomobîlê da û piştre li keriyê pez jî da.

Di bûyerê de Salîha Bagliyê canê xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn.

Tîmên tendirustiyê yên çûn cihê bûyerê her du birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.

Di bûyerê de hejmareke zêde ya ajelan jî mirar bûn.