Li Mereşê zilamekî hevjîna xwe û xesûya xwe kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dulkadirogluyê ya parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê, zilamekî piştî ku hevjîna xwe û xesûya xwe ya berê kuştin, xwe jî kuşt.

Li Mereşê kesê bi navê O.K. yê 34 salî bi çekê çû mala xesûya xwe ya berê.

Piştre di navbera wî û hevjîna wî ya berê M.O. ya 23 salî de nîqaş derket.

Di encama nîqaşê de O.K. gule li hevjîna xwe ya berê M.O. xwesiya xwe ya berê S.O. ya 60 salî û bûka wan K.O. yê reşandin.

Piştî ku O.K. li her sê jinan gule reşandin bi heman çekê xwe jî kuşt.

M.O. û S.O. yê li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Herwiha tîmên tenduristiyê K.O. birin Nexweşxaneya Bajêr a Necip Fazilê.

Dermankirina wê li nexweşxaneyê berdewam e.