Li Sêrtê erdhej

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tiloyê ya parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 3,9 pileyan çêbû.

Piştî erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê erdhejên paşekî berdewam in.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku li Sêrtê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej li navçeya Tiloyê ya Sêrtê saet 07:35an çêbûye.

AFADê da zanîn ku hêza erdhejê 3,9 pile bûye.

Herwiha AFADê destnîşan kir ku kûrahiya erdhejê 7 kîlometre bûye.

Li aliyê din Rasatxaneya Kandilliyê jî ragihand ku hêza erdhejê 4,1 pile û kûrahiya wê 5,7 kîlometre bûye.