Qeşayên li Çiyayê Agiriyê ji balindeyan re bûne çavkaniya jiyanê
Hewlêr (Rûdaw) - Herêma Çiyayê Agiriyê li Bakurê Kurdistanê bi dewlemendiya flora xwe û hênikbûna xwe her demsalê mazûvaniyê ji hezar cûr ajelên kovî û balindeyan re dike.
Qeşa û berfa ku havînê ji çiyê dihele çem û rûbaran gur dike û xwezayê geş dike û ji bo balindeyên ku nikarin di germê de bijîn dibe çavkaniya jiyanê.
Rêveberê Navenda Balindeyan a Zanîngeha Îdirê, Emrah Çelik dibêje, “Kaniyên sar ên ku ji lûtkeyan tên, ji herêma Peraxod re dibe çavkaniya avê. Ev qadên avî di serî de candarên kovî ji gelek candaran re mazûvaniyê dikin. Di nav wan de jî balinde û çûk cihekî girîng digrin. Ev avên ku tên, herêmê hênik dikin û ew jî bo balindeyan qadeke jiyanê ava dikin.”
Balinde û çûk berî demsala koçê, havîna xwe li parêzgehên Îdir û Agiriyê li derdora herêma Çiyayê Agiriyê derbas dikin.
Rêveberê Navenda Balîndeyan a Zanîngeha Îdirê, Emrah Çelik derbarê wê yekê de dibêje, “Bi taybetî di van demên salê de balindeyên masîvan û werdek û gelek curên din bi awayekî zêde van qadan bikar tînin. Ji ber wê jî berî koçê li van herêman çalakiyên xwarin û zêdebûnê dikin.”
Çiyayê Agiriyê bi bilindahiya 5 hezar û 137 metreyan bilindtirîn çiyayê Kurdistanê ye.
Li ser çiya qadeke qeşa ya 10,2 kilometre çargoşe heye, lê salên dawî helîna qeşayê li kûpîtka Çiyayê Agiriyê zêde bûye. Pispor dibêjin di 15 salên dawî de di navbera 70-100 metreyan de qeşa heliyaye.