Di êrişa DAIŞê de li başûrê Kifrî 4 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî Pêşmerge roja Çarşemê ji Rûdawê re got, çekdarên Dewleta Islamî (DAIŞ) şeva Sêşemê li başûrê qezaya Kirfî ya ser bi rêveberiya Germiyanê ve êrîş birin ser gundekê û di encamê de 4 kes birîndar bûn.

Berpirsê Eniya Germesêr a Hêza Pêşmerge, Mehmûd Sengawî ji Rûdawê re diyar kir, “çekdarên DAIŞê derengiya şeva bihorî bi hawanan êrîş birine ser gundê Islah, li nêzîkê qezaya Kifrî û du jin birîndar kirine.”

Sengawî got, “di dema êrişa DAIŞê de, du otomobîlên leşkerî yên artêşa Iraqê yên ji corê Hummer ku ji bo alîkariya hêzên li gundê Islah çûne, di rê de ketine kemîna DAIŞê û herdu otomobîl bi çekên RPg hatine teqandin.”

Bi gotina Sengawî, di wê êrişê de jî du serbazên Iraqî birîndar bûne.

Kifrî ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê (KRG) ve tê birêvebirin lê yek ji wan navçeyan e ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de wek navçeyên nakok tê hesibandin.

Tevî ku ew navçe zû ji destê çekdarên DAIŞê hatibû derxistin, lê belê heta niha jî tevgera çekdarên wê rêxistinê li wê navçeyê berdewam e, bi taybet li gundên başûrê devera Germiyanê.

Gundê Islah dikeve başûrê qezaya Kifrî û akinciyên wê Ereb û li ser herdu mezhebên Sunnî û Şîe ne.

DAIŞ sûdê ji kêmasiya hevahengiya di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqî de li deverên pir dijwar ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de nakokî lê hene werdigire. Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ji Rûdawê roja Duşemê ji Rûdawê re got, çekdaran derdora 134 êrîş li herêmên nakokbar û rojavayê Kerkûkê pêk anîne.

Roja Sêşemê, grûpê berpirsiyariya êrîşa li ser gundekî li başûrê rojavayê Kerkûkê girt ser xwe. Li gorî gotina gundiyan, DAIŞê di wê êrişê de RPG bikar anî, û herî kêm 25 çêlek û heft pez û bizin kuştin, û pênc otomobîl û traktor û du xanî şewitandin.

Bexda û Hewlêr dixebitin ku valahiya ewlehiyê ji holê rakin. Vê havînê, wan çar navendên hevrêziya hevbeş li parêzgehên nakok ava kirin da ku hevkariya xwe baştir bikin û ew danûstandinan dikin ku tûgayên hevbeş biafirînin.