Li Amedê karkerê ku di bin latan de ma canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Licê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê, îro karkerek tevî makîneya kar di bin latan de ma û wî canê xwe ji dest da.

Li navçeya Licê li nêzîkî Çemê Sarimê, dema Umut D. bi makîneya kar ji bo vekirina rê zinar dişkandin ji çiya lat bi ser de hilweşiyan û di bin latan de ma.

Umut D. yê ku tevî makîneya kar di bin latan de ma canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê, hêzên emnî û tîmên parastina şaristaniyê yên Şaredariya Licê çûn cihê bûyerê.

Piştî xebatên demdirêj tîman termê Umut D. ji bin latan derxist û veguhest nexweşxaneyê.