Li Licê ya Amedê pevçûna çekdarî: kesk hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Licê ya Amedê di şerekî çekdarî de ku ji ber şivantiya heywanan derket, welatiyekî jiyana xwe ji dest da.

Bûyer duh danê êvarê li Taxa Xanakelê ya navçeya Licê ya Amedê çê bûye.

Li gor agahiyan, di navbera du kesan de ji ber şivantiya ajelan nîqaş derketiye û piştî demekê nîqaşa wan veguheriye pevçûna çekdarî.

Di vê pevçûna çekdarî de welatiyê bi navê Veysî Savan jiyana xwe ji dest daye.

Hatiye ragihandin ku kesê bi navê A.A gulle berdaye Veysî Savan û di û ew kuştiye.

Termê Veysî Savan ji bo karûbarên otopsiyê rakirine nexweşxaneya bajêr.

Li gor zanyariyan, kujer reviyaye û hêj ji aliyê hêzên ewlekariyê ve nehatiye desteserkirin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.