Li Mêrdînê çûna nava daristanan hat qedexekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê di çarçoveya rûbirûbûna agirê daristanan de çûna nav daristanê hat qedexekirin.

Parêzgariya Mêrdînê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Parêzgariyê di daxuyaniyê de diyar kir ku ji îro pê de li Mêrdînê çûna welatiyan a nav daristanan hatiye qedexekirin û ew qedexe dê heta agahdarkirineke din berdewam bike.

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin ku li kêleka daristanan pêxistina agir û çûna seyranê, çêkirina kebabê, bikaranîna fîşekên hewayî, meşale û tiştên bi agir jî qedexe ye.

Li gorî daxwiyaniya parêzgariya Mêrdînê, kesên ku biryarê cîbicî nekin dê bên cezakirin.