COLEMÊRG – Çawişên pispor destdirêjî li zarokan kir, xelkê li wan xist

Hewlêr (Rûdaw) – Li Colemêrgê xelkê li çawişên pispor xist ku destdirêjî li zarokan kiriye.

Li navçeya Çelê ya Colemêrgê, li Zozanên gundê Xanê Festîvala Pêncemîn a Fotosafariyê ya Çelê hat kirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), çawişên pispor roja dawî ya festîvalê destdirêjî li du zarokan kiriye.

Piştî vê yekê jî ciwanên ku tev li festîvalê bûne li wan çawişên pispor xistiye.

Piştî bûyerê çawişên pispor birine Nexweşxaneya Dewletê ya Çelê.

Li gorî nûçeyê, di dîmenan de tê bihîstin ku polîsek li nexweşxaneyê ji çawişekî pispor re dibêje, “Huseyîn pirsgirêk tune.”