Di Cejna Qurbanê de zêdetirî 200 hezar geştiyar hatine Herêma Kurdistanê
Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku ji bo Cejna Qurbanê zêdetirî 200 hezar geştyaran hatine Herêma Kurdistanê û pêşbînî dikin ku hejmar bigihêje zêdetirî 300 hezar geştyaran.
Rêveberê Ragihandinê yê Desteya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdulmecîd îro Şemiyê 1ê Tîrmeha 2023an ji Rûdawê re ragihand ku di 10 rojên derbasbûyî de zêdetirî 200 hezar geştyaran hatine Herêma Kurdistanê.
Rêveberê Ragihandinê yê Desteya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdulmecîd amaje bi wê yekê da ku li gorî planê wan pêşwaziya geştyaran kir û ti buyereke nexwestî çênebûye.
Îbrahîm Ebdulmecîd dibêje ew pêşbînî dikin ku hejmar bigihêje zêdetirî 300 hezar geştyaran.
Her wiha li gorî amarên geştyariyê yên Duhokê, di 5 mehên yekem ên îsal de milyonek geştyarî serdana Duhokê kirine û tenê di her du rojên yekem ên Cejna Qurbanê de zêdetirî 40 hezar geştyaran serdana Duhokê kirine.