Rêveberê nahiyeya Batîfa: Tirkiyê hêzeke zêde aniye navçeya me

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê nahiyeya Batîfa ragihand, Tirkiyê hêzeke zêde aniye derdora gundên ser bi wê nahiyeyê ve û dibêje jî, bombebarana tund a firokeyên Tirkiyê li dewrûbera wan gundan berdewam e.

Dilşêr Ebdulstar, Rêveberê Nahiyeya Batîfa beşdarî bultena demjimêr 10.00 a Rûdawê bû û derbarê  rewşa navçeyê û bombebaranên Tirkiyê de ragihand, “îro bombebaran nebû, lêbelê şeva derbasbûyî ji demjimêr 21.30 ta 22.00 firokeyên Tirkiyê derdora gundê Minînê bi tundî bombebaran kirin.”

Li gor gotina Dilşêr Ebdulstar, ji destpêka êriş û operasyona Tirkiyê ve, rûniştvanên 12 gundên ser bi nahiyeya Batîfa ve zerarmend bûne, gundê Keşan jî hatiye valakirin û xelkê wî gundî çûne navenda nahiyeya Batîfa û beşek jî çûne navenda qezaya Zaxo.

Rêveberê Nahiyeya Batîfa dibêje, “Tirkiyê hêzeke zêde aniye nêzikî gundên Minîn, Keşan, Şeraniş û Pîrbilê û xelkê wan gundan nikarin biçin ser rez û baxên xwe. Ji ber ku bi berdewamî ew dever tên bombebarankirin. Lêbelê ji ber ew navçe navçeyeke qedexekirî ya şer e, zanyariyên me li ser hejmara wan leşkerên Tirkiyê nîne ku hatine navçeyê. Bi heman rengî zanyariyên me li ser wê jî nînin ka PKK li wan navçeya heye.”

Her li gor gotina Ebdulstar, ji sala derbasbûyî ta niha, nêzikî 32 hemwelatiyan canê xwe ji dest dane û 10 kes jî birîndar bûne. Hevdem ziyaneke zêde bi ber navçeyê ketiye û dibêje, “Êvariya roja Sêşemê em hatin agahdarkirin ku agirekî mezin bi çoltera gundê Kerpt Elî ketiye. Piştî pêdaçûna me derket ku firokeyeke bêfirokevan ketiye xwarê. Her ji ber wê sedemê jî 80 donim ji zevî û daristanên wê navçeyê şewitîne.”

Artêşa Tirkiyê di 15ê vê mehê de operasyona ‘Pençe Baz’ û di 17ê vê mehê de jî êrişa bi navê ‘Pençe Piling’ li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê dabûn destpêkirin û piştre serbazên Tirkiyê li bejayî dest bi êrişa li dijî gerîlayên PKKê kiribûn û firokeyên Tirkiyê jî ji wê demê ve wan navçeyan bi tundî bombebaran dikin.

Di encama operasyon û êrîşên asmanî yên vê dawiyê yên Tirkiyê de, heta niha hejmarek welatiyên sivîl ên Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane.

Ji ber operasyona vê carê ya artêşa Tirkiyê û berdewamiya şer, derdora 50 gundên sînorî yên Herêma Kurdistanê di rewşeke ne aram de ne.

Herwiha Berdevkê Wezareta Pêşmerge jî ji Rûdawê re ragihandibû, artêşa Tirkiyê bi kurahiya 20 heta 40 kîlometre û artêşa Îranê jî bi kurahiya 10 kîlometre xaka Herêma Kurdistanê bezandine.

Niha jî li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê şer û pevçûnên dijwar di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de berdewam in.